Mazlûm Ebdî: DAIS valahiya ewlehiyê ya li beyabanan bi kar tîne
PeyamaKurd – Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, doh roja Yekşemê anî ziman ku DAIŞ valahiya ewlehiyê ya ku rejîma Esed li beyabanên Sûriyeyê hiştiye, ji bo komkirina çekan û avakirina cihên stratejîk bi kar tîne.
Mazlûm Ebdî ji Rojnameya The Times re axivî û got,
“Valahiya ewlehiyê heye. Li beyabanan, DAIŞê kariye cih û çekan bide hevdu.”
Wî anî zimên kir ku armanca dawî ya DAIŞê ew e ku êrîşan li ser deverên bajarokî pêk bîne, û tekez kir ku hêzên HSDyê ji niha ve gav avêtine da ku tevgerên wê asteng bikin.
Di gotûbêjkirina paşeroja siyasî û rêveberiya Sûriyeyê de ya piştî desthilata rejîma Esed jî wî got:
“Rêveberiya nû ya Sûriyeyê daxwazên navneteweyî ji bo pêkhateyan li ber çavan digire.”
Lê da zanîn ku “Lêbelê, ev nêzîkatî berevajî îdeolojiya kesayetiyên mîna Ehmed el-Şera’a ye ku bi baweriyên xwe yên selefî û cîhadî tê naskirin.”
Ebdî destnîşan kir ku DAIŞ guhertina ber bi rêveberiya sivîl, ku ji qanûnên tund ên Îslamî dûr dikeve, îstîsmar dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin