Esper: Tirkiye xwediyê S-400an be, nabe ku hevkarê F-35an be.
PeyamaKurd- Wezîrê bergiriyê yê Amerîkayê Mark Esper got ku nabe Tirkiye hem xwediyê S-400an be û hevparê hilberîna balafirên F-35an be. Esper got ku ew ji wezîrê bergiriyê yê Tirkiyê Hulusi Akar re weha gotiye:
“Di hevdîtina dawiyê de bi awayeka zelal min ji Akar re got ku ew nikarin hem xwediyê S-400an bin û hem bernameya F-35an dewam bikin.”
Esper li ser pirsa ku behsa nameya duyem ya Trump dikin ku bo Erdoğan şandiye, got ku ew tiştekî wisa nebihîstiye lê nayê vateya ku tişteka weha tine ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin