Ezaz | Bombeyek bi otomobîleke çekdarekî artêsa Tirkiye ve teqiya
PeyamaKurd – Li bajarê Ezazê yê li bakurê Helebê, bombeyek bi otomobîleke çekdarekî artêşa Tirkiye ve teqiya û di encamê de, kesek birîndar bû.
Li gor çalakvanên bajarê Ezazê belav kir, li taxa rojhilatê bajêr, bombeyek bi otomobîla çekdarekî ser bi artêşa Tirkiyê ve teqiya û di encamê de kesek birîndar bû.
Bajarê Ezazê 20 k.m li rojhilatê Efrînê dikeve û di destê komên çekdar ên opozîsyona Sûriyê yên Tirkiye piştevaniya wan dike de ye.
Li herêmên ku di destê artêşa Tirkiyê û komên çekdaran de ne, rewşa ewlehiyê gelekî xerap e û her caran teqîn çêdibin û welatiyên sivîl jî dibin qurbanî.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin