FAO: Li cîhanê rêjeya birçûbûnê her ku diçe zêde dibe
PeyamaKurd - Tora Rûbirûbûna Qeyrana Xwirekê (FAO) bi raporekê ragihand ku li cîhanê rêjeya birçûbûnê her ku diçe zêde dibe û Sûriye jî buye yek ji 10 welatên ku welatiyên wê herî birçî ye.
Tora Rûbirûbûna Qeyrana Xwirekê ya bi hevahengiya Neteweyên Yekbûyî (NY) di derbarê zêdebûna rêjeya birçîbûnê û bilindbûna asta tundiyê de hişyarî da.
Di rapora FAOyê de tê gotin ku li 59 welatên cîhanê, 282 milyon kesên birçî hene û nêzîkî 13 milyon ji wan kesan li Sûriyeyê ne.
Berpirsê Rewşên Awarte yê Ajansa FAOyê Rein Paulsen da zanîn ku Sûriye yek ji 10 welatên ku welatiyên wê herî birçî ye.
Rein Paulsen got: “Zêdetirî ji sedî 80yê mirovên li herêmên aloz ên cîhanê û herêmên ku debar bi çandiniyê dibe di asta birçîbûnê de dijîn. Yemen, Afxanistan, Sûriye û çend welatên din, ji wan 10 welatên herî birçî yên cîhanê ne û divê sîstema çandiniyê û awayê dabînkirina xwirekê ya van welatan bihê guhertin.”
Li gorî NY di 2023yan de li cîhanê nêzîkî 800 milyon mirovên birçî hebûn.
Ev rêje diyar dike ku di 2023yan de hejmara mirovên birçî, li gor 2022yan 8 milyon û li gor 2021ê jî 46 milyon kes zêdetir bûye.
Li gor pêşbîniyê ji bo 2025an tê gotin ku 2 milyon welatiyên Sûriyeyê jî di nav de, nêzîkî 25 milyon kesên din jî wê têkevin nav rêjeya birçîbûnê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin