Amnesty International: Li cîhanê, rêjeya darvekirinê ji %20 zêde bûye
PeyamaKurd-Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî Amnesty International (Al) raporta xwe ya li ser rêjeya darvekirinan eşkere kir. Li gorî raportê, par li 18 welatan 579 kes hatine darvekirin. Hat zanîn ku Çîn hejmara kesên darve kirine vedişêre û dibe ku bi darvekirinên Çînê re ev hejmar bi hezaran be.
Rêxistina Amnesty ya Efûyê ku di qada navneteweyî de dixebite, di raporda xwe ya nû de eşkere kir ku li seranserê cîhanê, darvekirina kesan ji %20 zêde bûye. Li gorî raporta sala 2021an, li 18 welatan, herî kêm 579 kes hatine darvekirin. Hat zanîn ku rêjeya di demên dawîn de herî zêde kêm hatiye dîtin, darvekirina 483 kesan e ku ev jî ji ber bandora Şewba Covid-19ê ye.
Li gorî raporta ku li Berlînê hat eşkerekirin, di gihîştina daneyan de gelek tengasî hatine kişandin û ji ber vê yekê jî dibe ku ev hejmar hîn zêdetir be. Li gorî raportê, înfazên herî zêde li Çînê tên kirin lê Hikûmeta Çînê daneyan parve nake û daneyên înfazkirinê ango darvekirinê, wekî ‘Raza Dewletê’ pênase dike.
Li gorî raporta Rêxistina Amnesty Internationalê; (ji bilî Çînê)
Li Îranê 314 kes, li Misirê 83 kes, li Erebîstana Siûdiyê 65 kes û li Sûriyeyê jî 24 kes hatine darvekirin. Hat ragihandin ku li Îranê bi taybetî ji ber tawanên madeyên hişber înfaz zêde bûne û hejmara înfazan a li Erebîstana Siûdiyê jî li gorî sala pêştir 2 qat zêde bûye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin