Amnesty International li Îranê îskenceya jêkirina tiliyên 8 girtiyan bi tundî sermezar kir
PeyamaKurd – Saziya Lêborînê ya Navdewletî Amnesty Internationalê, derbarê îşkenceyên li girtîgehên Îranê û jêkirina tiliyên 8 girtiyan de daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniya Amnesty International de, di çend rojên borî de wekî cûreyek îşkenceyê jêkirina tiliyên girtiyan di girtîgehên Îranê de, bi tundî şermezar kir û name ji serokê dadweriya rejîma Îranê re şand ku pêşî li vê biryara ne adilane û dûrî exlaqê mirovahiyê bigirin.
Amnesty International di daxuyaniyê de cazayê 3 ji wan girtiyan bi sedema îtrafkirina di bin îşkencekirin û birêveçûna dadegehên ne adlane da zanîn, û ji Civata Navneteweyî daxwaz kir ku bi hemû şiyan û hêza dîplomasiya xwe, pêşî li birêveçûna ceza bigre.
Cîgira Herêma Rojhilata Navîn û Afrîkaya Başûr li Amnesty Internationalê, Diyana EL-Tihawî got, qutkirina tiliyên girtiyan li Îranê, cureyek îşkencekirin û zilma dijî mirovan e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin