Amnesty International rapora xwe ya Îranê belav kir
PeyamaKurd- Rêxistina Efûyê ya Navdewletî Amnesty, di derbarê bûyerên dawiyê yên li Îranê û Rojhilata Kurdistanê de raportekî belav kir û tê de ragihand ku li 21 bajarên Îranê 106 kes jiyana xwe ji dest dane.
Amnesty dibêje li gor rêjeyên di destê wan de jimara kuştiyên li Îranê û Kurdistanê dibe ku gihabe 200 kesî. Rêjeya Amnestiyê wehaye:
Li parêzgeha Kirmaşanê 30 kes, li Senendajê 10 kes, li Ormiyê 4 kes, li Xuzistanê 35 kes, li Tehranê 9 kes, li Farisê 6 kes, li Elbûrzê 4 kes, li Kirman û Esfehanê her yek, yek kes hatine kuştin.
Girtiyên ji xwepêşandêran bi hezaran hene û bi sedan kes birîndar hene.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin