Amnesty International ji Îranê pirsa Hîdayet Abdûllahpûr kir
PeyamaKurd- Rêxistina Efûyê ya Navdewletî Amnesty International ragihand ku ew ji jiyana girtiyê siyasî yê Kurd Hîdayet Abdûllahpûr û 3 girtiyên Ereb li Îranê, ji jiyana wan endîşe dikin.
Hîdayet Abdûllahpûr Kurdekî siyasiye û ji bajarê Şîno ji gundê Qereseqelê ye. Ew di sala 2016an de dema di navbera pêşmergeyên PDK-Î û pasdarên Îranê de şer derketibû, bi 6 hevalên xwe ve hatibû girtin û hêzên dewleta Îranê digotin ku ew alîkariya Pêşmergeyên PDK-Î yê kirine.
Li ser îdîaya hêzên asayîşa Îranê, dadgeha Înqîlabê ya bajarê Urmiyê di derbarê Abdûllahpûr de biryara didardakririnê daye.
Amnesty her weha bi nivîskî ragihand ku ew bang li Îranê dikin da dahatûya kesên girtî yên ji wîlayetên Azerbeycan a Rojava û Hîzîstanê bizanibin ku heya niha ji wan ti agahî nayê sitendin û dixwaze Îran rewşa wan zelal bike.
Di beyana Amnesty ê de hat ragihandin ku Huseyîn Silawî, Elî Hasrajî û Nasir Hafajiyanê Ereb ji roja 31 ê adara 2020an hatine wendakirin ku li Ahwazê hatibûn girtin. Hîdayet Abdûllahpûr jî ji 9 ê gulana 2020an de, ji ciyê ku lê bû hatiye veguhestin bo ciyekî nediyar.
Di beyanê de hat gotin ku her 4 kes piştî îşkence û darizandinên nedadwerî, bi biryara îdamê hatine cezakirin. Di dema lêpirsîna wan de nehiştine ku malbat û parêzerên wan xwe bigihînin belgeyên wan û îfadeyên wan bi zorê hatine girtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin