Amnesty International: Rêjeya qurbaniyên çalakiyên Îranê eskere kir
PeyamaKurd - Li Îranê beriya niha bi 10 rojan li dijî rêveberiya nebaş gel dest bi çalakiyan kiribû û hat ragihandin k udi çalakiyan de heya niha bi kêmanî 143 kes hatine kuştin
Li gorî daxuyaniya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International), di xwepêşandanên li Îranê ku 15ê Mijdarê li dijî zêdebûna nirxê benzînê dest pê kirin, hejmara kesên di xwepêşandanan de canê xwe ji dest dan ji texmînên beriya niha zêdetir in. Li gorî daxuyaniyê hejmara kesên ji aliyê rejîmê ve hatin kuştin 143 kes in.
‘Dibe ku hejmara kesên di protestoyan de jiyana xwe ji dest dan hîn zêdetir bin’
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku beriya niha hatibû gotin 106 kesan ji ber êrişên hêzên rejîmê jiyana xwe ji dest dan. Hate destnîşankirin ku divê civaka navneteweyî li pêşberî êrişa hêzên rejîmê bêdeng nemîne. Di daxuyaniyê de hate gotin, dibe ku hejmara kesên di protestoyan de jiyana xwe ji dest dan hîn zêdetir bin.
Îran: Xwepêşandanên rojên dawî provokasyona ‘hêzên derve’ ne
Rejîma Îranê îdîa dike ku xwepêşandanên rojên dawî provokasyona ‘hêzên derve’ ne. Li paytext Tehranê duh xwepêşandanek ji bo piştgiriya rejîmê pêk hat.
Di xwepêşandanê de General Hoseyîn Salamî axivî û got, “Ev şer bi dawî bû.” Di xwepêşandanê de li dijî Amerîka û Îsraîlê dirûşm hatibûn berzkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin