Amnesty International: Îran dixwaze ji bo tirsandina xelkê 21 xwepêsanderên girtî îdam bike
PeyamaKurd – Li demeke ku du meh bi ser xwepêşandanên piştî kuştina keça Kurd Jîna Emînî de derbas dibin, Rêxistina Lêborînê ya Navneteweyî (Amnesty International) li ser gefa îdamkirina 21 xwepêşanderan ji aliyê rejîma Îranê ve hişyarî da û ragihand, Îran vê weke alaveke serkutkirina xelkê bikar tîne.
Di daxuyaniya Amnesty de, tevî hişyarîdanê hatiye gotin, rejîma Îranê sepandina cezayê îdamkirinê ya ser serhildêrên binçavkirî, wek alaveke serkutkirina zêdetir a xelkê nerazî bi kar tîne û ji rejîma Îranê hat xwestin, wan cezayan hilweşîne.
Herwiha daxwaz ji Neteweyên Yekbûyî hate kirin ku dawî li pêwendiya ligel berpirsên rejîma Îranê bîne û biryara cezadana wan bide.
Amnestyê diyar kir: “Berpirsên Îranê li pey îdamkirina zêdetirî 21 kesan di dadgehên sexte de ne, da ku bikarin bi tirsandina xelkê re rê li ber tevlîbûna xelkê ya protestoyan û şoreşê bigirin.”
Di daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin ku welatên endam li Şêwreya Mafên Mirovan a Saziya Neteweyên Yekbûyî, divê sîstemeke çalak ji bo lêkolîn û bersivdanê ava bikin ku rejîma Îslamiya Îranê li ser binpêkirina mafê jiyan û mafên din ên mirovî, neçarî bersivdanê bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin