Amnesty International: “Rojnamevanan berdin”
PeyamaKurd- Rêxistina Amnesty International an ku Rêxistin a Efûyê ya Navdewletî bang li Tirkiyê kir da rojnamevanên girtî yên li Tirkiyê berdin. Şaxa Amnestî ya Tirkiyê daxwaza xwe ya berdana rojnamevanên di zîndanê de weha anî ziman:
“Di hefteyên borî de 8 rojnamevan tevlî girtiyên rojnamevan û xebatkarên medyayê yên di zîndanê de bûn. Em ji vî halî bi endîşe ne.”
Amnesty behsa peyamnêrê tora medyayê ya Rûdawê, Rawîn Stêrk Yıldız jî kir ku bi sedema parvekirinên di ser medya civakî de hatiye girtin. Amnesty ji Tirkiyê xwest ku qanûna têkoşîna li dijî terorê bi awayeka keyfî bikarneyne û dev ji rojnamevanên serbixwe berde û wan neke hedefa xwe.
Amnesty besa rojnamevanên girtî yek bi yek dike û hemû delîlên ku li ber deste, datîne holê û dibêje yek ji van tiştan nabe delîl bo girtina rojnamevanan. Lewra Amnestî ji Tirkiyê dixwaze ku temamê rojnamevanên girtî berdin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin