Fermandarê Amerîkî: Serekî gelekî mezin di rê de ye
PeyamaKurd – Amerîka dibêje Çîn bûye metirsiyeke gelek mezin û şerekî gelekî mezin di rê de ye.
Li gor Fermandarê Fermandariya Hêzên Amerîkî Jeneral Charles Richard ê berpirsê çavdêriya çekên atomî yên Rûsî ye diyar kir, şerekî mezin di rê de ye û lazim e tedbîrên xwe bistînin.
Herwiha ev Fermandarê Amerîkî eşkere kiriye, niha Çîn bûye metirsiyeke gelek mezin û eger heye şerê mezin li gel Çînê biqewime.
Di berdewamiyê de destnîşan kiriye, lazim e Amerîka tedbîrên xwe bistîne û rê nede ku keştiya Amerîkî li hember Çînê binav bibe, ji ber ku Çînî ji me gelek bilez bi pêş dikevin.
Herî dawî Fermandarê Amerîkî gotiye, şerê Ukraynayê tenê ji bo mijûlkirina me ye, ji ber ku şerê mezin di rê deye û hîn jî destpê nekiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin