Fermandarê CENTCOM ê rexne li vekisandina leskerên Amerîkayê kir

20 November 2020 01:26 0 dîtin
Fermandarê CENTCOM ê rexne li vekisandina leskerên Amerîkayê kir

PeyamaKurd – Fermandarê Hêzên Navendê yê Amerîkayê (CENTCOM) Orgeneral Kenneth F. McKenzie, ragihand ku her çendîn xuya dike arîşeyên navbera Amerîkayê û Îranê kêmbûye, ev bi xwe şaşe û weha got:

“ Nîhaî hedefa Îranê ew e ku Amerîkayê ji Iraqê derxe.”

McKenzie sergirtî rexne li biryara Trumpî ya daxistina jimara leşkerên Amerîkayê li Iraqê rexne kir. McKenzie di ‘Konferansa Çêkerên Siyaseta Amerîka-Ereb’ ya 29 em de axifî.

Orgeneral Kenneth F. McKenzie di konferansê de got hebûna Amerîkayê li Rojhilata Navîn bi her awayî krîtîke, li herêmê rêyên deryayî eger vekirî bin û bazirganiyên petrolê û yên din bi serbestî li herêmê bên kirin, vana ne tenha bo Amerîkayê her weha bo mafê temamê dinyayê ye. Wexteka dirêje ku Îran îstîqrara herêmê tehdîd dike û di salên dawiyê de xebatên xwe yên li Iraqê zêdetir kiriye.

McKenzie ragihand ku Îran ji 50 yan zêdetir êrîşê baregehên Amerîkayê û hêzên koalôsyonê kiriye û ji 90 cara zêdetir êrîşê konwoyên leşkerî yên Amerîkayê kiriye. McKenzie got ku Îran axa Iraqê weka seha şer ya wekaletê bikartîne. Îran bo binê desteka ku di herêmê û navdewletî de didin Amerîkayê vala bike, di gelek sehayan de êrîş dike û bo Amerîka bike ku Îran dev ji van tiştan berde, ‘bo niqaşê’ vekirî hişt.

 

General got ku siyaseta Amerîkayê ya ser Îranê herî zêde bi aboriyê û dîplomasiyê ye û divê di seha leşkerî de kiryarên Amerîkayê hebin. Wê biryara Trump ya ku jimara leşkeran daxin 2.500 an tetbîq bikin lê xebatên DEAŞ ê li Iraqê dewam dikin û Iraq dixwaze bi Amerîkayê re hevkarî bike.