Fermandarê Gistî yê HSDê: Bi hevkariya Pêsmerge me DAIS têk bir
PeyamaKurd – Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Kobanî ragihand ku bi hevkariya Pêşmerge DAIŞ hatiye têkbirin û spasiyên xwe pêşkêşî Pêşmerge kirin. Kobanî, "Pêşmerge alîkariya me kir. Hatin Kobaniyê û beşdarî şerê Kobaniyê bûn, em spasiya wan dikin."
Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Kobanî di merasîma pîrozbahîyê ya têkbirina DAIŞê axivî û bal kişand ser rola Pêşmerge ya di rizgarkirina Kobaniyê de û teqez kir ku, wan bi hevkariya Pêşmerge karibûye DAIŞê tek bibin.
‘BI HEVKARIYA PÊŞMERGE Û ŞERVANÊN ENTERNASYONAL DAIŞ HAT TÊKBIKIRIN’
Fermandarê HSDê Mezlûm di axaftina xwe de bal kişand ser hêza Pêşmerge û şervanên nenternasyonal û got, “bi hevkariyê DAIŞ hat tunekirin.”
‘EM AMADE NE KU BI TIRKIYÊ RE JÎ GOTUBÊJAN BIKIN’
Fermandarê HSDê di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku bi şertê ku hêzên leşkerî û siyasî yên bakur û rojhilatê Sûriyê ji Efrînê derkevin ew amade ne ku bi Tirkiyê re jî gotubêjan bikin.
Fermandarê HSDê Kobanî di dawiya axaftina xwe de bang li hêzên sûriyeyî kir ku piştî têkbirina DAŞê divê pêvajoya aştiyê were destpêkirin. Fermandarê HSDê diyar kir ku ew dê li dijî êrişan mafê xwe yên rewa yên parastinê bikar bînin.
KOUCHNER: ÇAV Û DILÊ ME BI WE RE BÛ
Wezîrê Derve yê Fransayê Bernard Kouchner jî beşdarî merasîman bû.Kouchner di çarçoveya pîrozbahiyan de axaftinek kir û got,
Kouchner, “Yên ku li dijî rêxistina terorî ku fişar li hemû dinyayê dikirin bi ser ketin, hûn in. Çav û dilê me bi we re bû. Têkbirina terora DAIŞê ji Kobaniyê dest pê kir. Têkoşîna li dijî terorê hêj bi dawî nebûye. Heta ku dawî li vê qeyranê were, em bi we re ne.”
Hêjayî bibîrxistinê ye ku 30ê cotmeha 2014an bi fermana Serok Barzanî hêzên Pêşmerge ji Herêma Kurdisrtanê derbasî bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê bûbûn. Hêzên Pêşmerge bi qasî salek û nîvê li Kobaniyê mabûn di milê hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) re li dijî rêxistina terorî ya DAIŞê têkoşiya bû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin