Fermandarê HSDê: Nabe ku kontrola esmanê herêma ewle di destê Tirkiyê de be
PeyamaKurd - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Kobanî dibêje, ku ew bi ti awayî qebûl nakin, ku esmanê herêma ewle di bin kontrola artêşa Tirkiyê de be.
Mezlûm Kobanî di daxuyaniyekê de ji medyaya xwecihî ya Rojavayê Kurdistanê re ragihandiye, ku heya niha rêkeftin li ser hemû xalên damezrandina herêmêke ewle çê nebûye, û divê herêma ewle ji çemê Ferat heta çemê Dicleyê be.
‘NABE KONTROLA ESMANÎ DI DESTÊ TIRKIYÊ DE BE’
Mezlûm Kobanî anî ziman, ku daxwaza Tirkiyê ya ji bo kontrolkirina esmanê herêma ewle hatiye redkirin, û ew bi ti awayî wê yekê qebûl nakin.
Fermandarê Giştî yê HSDê behsa wê yekê jî kiriye, ku Amerîka daxwazên wan dighîne Tirkiyê û herwiha daxwazên Tirkiyê jî dighînin wan.
‘WÊ KÛRAHIYA HERÊMÊ 14 KM BE’
Mezlûm Kobanî bal kişandiye ser wê yekê jî ku xelkê resen ê navçeyê dikarin vegerin ser mal û milkê xwe, lê xelkê deverên din ên Sûriyê, nabe li Herêma ewle werin bicihkirin. Bi gotina Kobanî, kesên ku pêştir xelk êşandine, dê bêne dadgehîkirin.
Mezlûm Kobanî got jî, ew razî bûne ku di navbera Girê Sipî û Kobanî de, kûrahiya Herêma ewle, bi qasî 14 kîlometran be.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin