Fermandarê Îranê: Em ji serê Amerîka re amade ne
PeyamaKurd – Fermandarê Hêzên Hewayî û Fezayê yê Sûpaya Pasdarên Îranê Tuggeneral Emiralî Hacîzade, di bernameyeke televizyonê de ragihand ku wan dikarî balafireke Amerîkayê ya 35 kes tê de hebûn bidin erdê lê wan ev yek nekiriye û got, "Em ji şerekî tam re jî amade ne."
Hacîzade li ser xistina firokeya bêmirov a Amerîkayê bi hinceta binpêkirina qada hewayî ya Îranê nirxan û ji bo firokeyeke din a Amerîkayê jî got, “Dema wê operasyonê me dikarî balafira Amerîkayê ya 35 kes tê de bûn û bi cureya P-8 bû, bidin erdê, lê me ev nekir.”
Hacîzade gotiye ku wan bi xistina firokeya bêmirov a Amerîkayê hişyarî daye û heger Amerîkayê bersiva wan bida jî ew xwedî kapasîteya lêdana heta menzîla 2 hezar kîlometreyan in.
Fermandarê Îranê herwiha diyar kiriye, “Helbet dibe ku tevgerên pevçûnê li qadê di nav hêzan de çêbibin. Lê belê em ji şerekî tam re jî amade ne.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin