Fermandarê Îranê Hacizade: “Îran ji bo her rewsê amade ye”

15 November 2023 01:04 0 dîtin
Fermandarê Îranê Hacizade: “Îran ji bo her rewsê amade ye”

PeyamaKurd – Fermandarê hêzên hewayî yê artêşa Îranê Emir Ali Hacizade, di merasima bîranîna ‘General Hasan Tehrani Moghaddam’ de axifî û ajansa fermî ya Îranê Mehr, di weşana xwe de cîh da axaftina wî. Li gor Ajansa Mehrê xaftina Hacizade weha ye:

“Dibe şer li herêmê belave bibe. Şer ket nav Lubnanê. Îhtîmal heye şiddeta şer zêde bibe. Îran ji bo her şertî xwe amade dike. Mijara Xezzayê îro bûye mijarekî navdewletî. Berxwedêrên Fîlîstînê behsa serkeftina stratejîk dikin. Ev serkeftina mezin, bi operasyonên taktîkî û krîmînal ji ortê ranabe.

Îro seha şer fireh bûye û Lubnan jî terefe. Wê şer zêdetir fireh bibe. Ji ber dahatû ne diyare, Îran ji bo her rewşê amade ye.”

Tûxgeneral Hacizade li ser tehdîdên Amerîkayê yên li ser Îranê jî şirova xwe weha kir:

“Kes nikare Îranê tehdîd bike. Em di asta xwe ya herî baş de ne û ji bo her halî em amade ne. Hebûna Siyonîstan ketiye berya tolhildan, pevçûn û serbestkirina dîlan. Li gor tê dîtin; ji bo Netenyahu û rêvebirên Îsraîlê ev mijar bûye mijara tolhildanê. Dizanin ku îro agirbes bibe, wê hukumeta şer her erka xwe wenda bike û divê roja dinê Netenyahu here dadgehê.”

Merasima ku generalê Îranê tê de axifî ya Hasan Tehrani Mukaddem, di teqîna sala 2011an de di 12ê meha Mijdarê de li rojhilatê Tehranê li devera Malardê di teqîna fabrîka fuzeyan de, Mukaddem miribû.