Fermandarê Îranê leskerê neçarî yê Kurd kust
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku li bajarê Qesrê Şîrînê serbazekî Kurd ku bi tenê 2 meh in dest bi leşkeriya neçarî kiribû ji aliyê fermandarê xwe ve bi çeka şer hate kuştin.
Li gorî ragihandina Rêxistina Mafên Mirovan Hengaw, bûyer roja Şemîya borî rû daye û leşkerê Kurd ê bi navê Rehman Şems ê temenê wî 19 salî yê ji gundê Kişmiştepe yê bajarê Makûyê ku tenê 2 meh in dest bi leşkeriya neçarî kiriye, li binkeya sînorî ya bajarê Qesrê Şîrîn a parêzgeha Kirmaşanê, ji aliyê fermadarê xwe ve bi çeka saçmayî hatiye kuştin.
Hengawê daye zanîn, ku fermandarê Îranê Rehman Şems bi awayê rasterast û ji pişt ve daye ber guleyan û ew kuştiye.
Hatiye diyarkirin ku navendên rejîmê li dema radestkirina termê Rehman Şems bo malbata wî de, ti bersivek li ser sedema kuştina wê nedane û kujer parastine.
Herwiha hêzên Îranê gef i malbata “Rehman Şems” xwarine ku nabe kuştina kurê li ser medyayê belav bikin.
Li gorî amarên Hengawê, di sê mehên dawî de zêdetirî 8 leşkerên Kurd di dema leşkeriya neçarî de, ji aliyê fermandarên xwe ve hatine qetilkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin