Leskerên Îranê kolberekî Kurd kustin û 7 kolberan birîndar kirin
PeyamaKurd – Li Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Seqizê leşkerên parastvanên sînor yên Îranê bi sîlihan li kolberekî Kurd yê bi navê Azad Sitarpenahê 43 salî xistin û wî kuştin. Sitarpenah, ji gundê Dêreziyareta Jorê yê bi ser Banê ye.
Li aliyê dinê duhî ber destê êvarê li ser sînorê bajarê Banê, li navça Hengejalê li ser sînor eskerên Îranê bi sîlihan li kolberên Kurd xistin. Ji gundê Dêrependebanê kolberekî bi navê Sîraceddîn jî birîndar kirin.
Li Kirmaşanê li ser sînor car din leşkerên Îranê bi çekan li kolberan xistin û di encamê de 6 kolberan birîndar kirin. Her 6 kolber ji navça Selasî Bawecaniyê ya bi ser bajarê Kirmaşanê ne.
Kolberên birîndar ji bo dermankirinê birin nexweşxana Qudsê ya li navça Pawe. Di nav birîndaran de hene ku birînên wan xedar in.
Kolber ew kesin ku debara xwe bi kirîn û firotina malên li bazarên ser sînorê Kurdistan a Rojhilat-başûr û bakûr dikin û bazara wan di derveyê bacê de ye. Bazirganiya sînor ya serbest dikin. Dewleta Îranê hem kolberiyê serbest kiriye û hem êrîşê ser kolberan dike, wan dikuje û birîndar dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin