Hêzên Îranê li Kermansanê kolberekî Kurd yê bi navê Peyman Ahmedî kustin

23 March 2024 21:42 0 dîtin
Hêzên Îranê li Kermansanê kolberekî Kurd yê bi navê Peyman Ahmedî kustin

PeyamaKurd – Artêşa Îranê li Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Kermanşanê li ser sînorê Nowsûdê, bi çekan li kolberan xistin û di encamê de kolberekî Kurd yê bi navê Peyman Ahmedî jiyana xwe ji dest da.

Li gor ragihandina Rêxistina Mafên Mirovan ya Hengawê ku di 23ê Adarê de agahiya bidest xistiye, li ser sînorê Nowsûdê leşkerên sînor bê ferq û meyl li kolberan gule reşandine. Di encamê de kolberê bi navê Peyman Ahmedî (35) ku ji xelkê gundê Kakarşid a bi ser Ciwanroyêye, jiyana xwe ji dest da.

Termê Peyman Ahmedî birine dezgeya tibî ya li Nowsûdê. Malbata wî heya niha cenazê Ahmedî ji dewletê negirtiye da bibin û defin bikin.