Hêzên Îranê kolberekî Kurd ê 65 salî kust

27 July 2023 20:23 0 dîtin
Hêzên Îranê kolberekî Kurd ê 65 salî kust

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku kolberê Kurd yê bi navê Hesen Tofîqzade yê temenê wî 65 salî bû, li ser sînorê parêzgeha Seqiz a Rojhilatê Kurdistanê bi gulebarana rasterast a hêzên Îranê hate kuştin.

Li gorî zanyariyan, bûyer doh 26ê Tîrmehê rû daye û kolberê bi navê Hesen Tofêqzade yê temen 65 salî ku xelkê bajêrê Seqizê ye, ji ber gulebarana hêzên Îranê li ser sînorê Bistam a girêdayî navçeya Serşîwa ya Seqizê can daye.

Hate zanîn ku Hesen Tofêqzade bavê du zarokan e.

Li gorî amarên rêxistinên mafên mirovan û çavkaniyên medyayî  di nav 3 mehên destpêka 2023yan de, herî kêm 8 kolber li ser sînorên Kurdistanê hatine kuştin û 36 jî hatine birîndarkirin.