Leskerên Îranê kolberekî Kurd kustin
PeyamaKurd – Li Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Banê kolberê bi navê Kerîm Asmanî yê 47 salî ku xwediyê 6 zarokaye, ji aliyê leşkerên Îrane de hat kuştin. Leşker di singa wî de lê xistin û dîmenên wî ketin ser medya civakî ya dinyayê.
Rêxistina Mafên Mirovan ya bi navê Hengawê, di ser hesabê xwe yê Twitterê de dîmenan ji bo raya giştî belav kir ku tê de xwiyaye herî kêm 12 kolber ji ber leşkeran direvin û kolberê bi navê Kerîm Asmanî, ji singê de bi guleyan lêxistine û di nav xwînê de digevize.
Berpirsê Hengawê Erselan Yarehmedî li ser bûyerê agahî daye Rûdawê û gotiye ku Asmanî 47 saliye, li Banê li devera Xenxezalê hatiye kuştin û ew bi xwe ji gundê Najîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin