Fermandarê Îranî Ferhad Debiriyan li Sûriyê hat kustin

07 March 2020 18:26 0 dîtin
Fermandarê Îranî Ferhad Debiriyan li Sûriyê hat kustin

PeyamaKurd- Yek ji fermandarên artêşa Îranê yê bi navê Ferhad Dibiriyan li Sûriyê, li bajarê Şamê hat kuştin. Televîzyona Îranê ragihand ku yek ji fermandarê artêşa Îranê yê bi navê Ferhad Dibiriyan, do bi şev li Şamê jiyana xwe ji dest daye. Dibiriyan li Şamê fermandarê herêma Zeynebiyye bû.

Nehat gotin bê Dibiriyan bi çi awayî hatiye kuştin. Dibiriyan, dema DEAŞê, di sala 2015an de, bajarê dîrokî Tedmurê (Palmira) dagir kir, Dibiriyan fermandarê Tedmurê bû.