Fermandarê Pêsmerge: DAIS ji herêmên hêzên Iraqê êrîsî me dike...
PeyamaKurd - Fermandarê Mîhwera Germesêr a Hêzên Pêşmerge derbarê wê êrîşa li bajarokê Kuleco yê Silêmaniyê ku 5 Pêşmerge şehîd bûn û 4 jî birîndar bûn de got, “Me berî niha hişyarî dabû ku DAIŞ dê êrîş bike” û destnîşan kir, “DAIŞ ji herêmên hêzên Iraqî êrîşî Pêşmerge dike” .
Fermandarê Mîhwera Germesêr a Hêzên Pêşmerge Mehmûd Sengawî îro serdana cihê êrîşa DAIŞê kir û got, “Artêşa Iraqê ti hevahengiyek li gel me nîne. DAIŞ ji herêmên wan êrîşî Pêşmerge dike.”
Çekdarên DAIŞê şeva derbasbûyî demjimêr 10.45 li devera Tepî Telan a ser bi bajarokê Kuleco yê Silêmaniyê, ji du aliyan êrîşî Hêzên Pêşmerge kir û di encamê de 5 Pêşmerge şehîd bûn û 4 Pêşmerge jî birîndar bûn.
Mehmûd Sengawî da zanîn, niha ew herêm bi temamî di bin kontrola Hêzên Pêşmerge de ye û hêzeke zêde ya Pêşmerge ji bo deverê hatiye veguhestin û rewş aram e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin