Fermandarên Amerîkî pistî serdana Enqerê derbasî sînorê Rojava bûn

11 September 2019 14:58 0 dîtin
Fermandarên Amerîkî pistî serdana Enqerê derbasî sînorê Rojava bûn

PeyamaKurd – Cîgirê Fermandarê Hêzên Ewropa yên Amerîkayê Stephen Twitty û Cîgirê Fermandarê Hêzên Esmanî yên Amerîkayê Thomas Bergeson, ji bo xebatên li ser ‘Herêma Ewle’ serdana Biryargeha Sererkaniya Tirkiyê kirin.

Herdu fermandarên Amerîkî piştî serdana Enqerê derbasî bajarê Rihayê bûn ku hat ragihandin dê ji wir derbasî sînorê Rojavayê Kurdistanê bibin û xebatên bo avakirina herêma ewle ligel fermandarên tirk bişopînin.

Hat diyarkirin ku dê fermandarên Amerîkayê ji bo çavdêrî û birêvebirina herêma ewle ya li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê, îro serdana bajarokê Kaniya Xezalan a ser sînor bikin.

Piştî rêkeftina herêma ewle ya Amerîka û Tirkiyê, roja 8ê vê mehê di çarçoveya rêkeftina herêma ewle de, li rojhilatê Firatê dewriyeyên hevbeş ên hêzên leşkerî yên Tirkiye û Amerîkayê destpê kiribûn.