Ji fermandarên Amerîkî serdana ‘herêma ewle’ bo Tirkiyê

10 September 2019 16:46 0 dîtin
Ji fermandarên Amerîkî serdana ‘herêma ewle’ bo Tirkiyê

PeyamaKurd – Wezareta Berevaniya Tirkiyê (MSB) ragihand ku dê îro Cîgirê Fermandarê Hêzên Ewropa yên Amerîkayê Stephen Twitty û Cîgirê Fermandarê Hêzên Navendî yên Amerîkayê Thomas Bergeson, ji bo ‘Herêma Ewle’ serdana Biryargeha Sererkaniya Tirkiyê bikin.

Di daxuyaniyê de hat gotin; “Çalakiyên bo herêma ewle ya ji bo Rojhilatê Firatê tê plankirin, berdewam dikin. Wê şanda bi serokatiya Cîgirê Fermandarê Hêzên Ewropa yên Amerîkayê Stephen Twitty û Cîgirê Fermandarê Hêzên Navendî yên Amerîkayê Thomas Bergeson, îro serdana Biryargeha Sererkaniya Tirkiyê bike.”