Festîvala Fîlman a Yilmaz Guney hat betalkirin
PeyamaKurd – Şaredariya bajarê Batmanê yê bakurê Kurdistanê Festîvala Fîlman a Yilmaz Guney ku beriya niha bernameya wê hatibû belav kirin betal kir.
Hevşaredarên Batmanê Songul Korkmaz û Mehmet Demîr, ragihandin ku ji bo bergiriyên vîrusa koronayê Mihrîcana Filman a Yilmaz Guney hatiye betalkirin.
Mehmet Demîr, diyar kir ku wan li hemû avahiyên şaredariyê, cihên veguhestina komî, park, rawestgehên otobusan, kolan û kuçeyan xebatên dezenfekteyê kirine.
Demîr herwiha da zanîn ku ji bo xebateke bi tendurist xebata hevpar a hemû saziyan girîng e û wiha got: "Ji bo ku xebatên dezenfekteyê bi awayekî baş bên me ji ÎŞKÛR'ê daxwaza 500 karkerî kir. Demîr, ragihand ku ji bo bergiriyên vîrusa koronayê Mihrîcana Filman a Yilmaz Guney betal kirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin