Fidan Guler û Kalin li Iraqê nefta Kurdistanê gotûbêj dikin
PeyamaKurd - Hate ragihandin ku mijara serekî ya serdana Bexdayê ya Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan, Wezîrê Parastinê Yaşar Guler û Serokê Dezgeha Sîxuriyê (MÎT) Îbrahîm Kalin destpêkirina henartina nefta Kurdistanê ye.
Jêderekî ji Encumena Wezîran a Iraqê di daxuyaniya xwe de ragihand ku wê rayedarên Tirkiyeyê Hakan Fîdan, Yaşar Guler û Îbrahîm Kalin serdana Bexdayê bikin û ji aliyê hevtayên xwe ve bêne pêşwazîkirin.
Jêder ragihand ku wê rayedarên tirk, piştî civînên bi hevtayên xwe re, wê bi Serokwezîrê Iraqê Sûdanî, Serokomar Letîf Reşîd û Wezîrê Neftê Hayan Abdulganî re jî bicivin.
Hate angaştin ku şanda Tirkiyeyê di civînên xwe de wê li ser mijarên ji nû ve henartina nefta Herêma Kurdistanê ya bi rêya Bendera Ceyhanê, li dijî çalakiyên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bihêzkirina sînorê Iraq û Tirkiyeyê û amadekariyên serdana Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan a ji bo Bexda û Hewlêrê, bi rayedarên Iraqî re gotûbêjan bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin