Fîdan û Lavrov pêwendiyên Enqere û Moskowê gotûbêj kirin
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan û hevtayê xwe yê Rûsyayê Sergey Lavrov li Laosê civiyan.
Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan û Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, li paytexta Laosê Viyenetiyanê şerê Xezze, Ûkrayna û rewşa Sûriyeyê gotûbêj kirin.
Li gorî jêderên dîplomatîk ên Tirkiye û Rûsyayê Fîdan û Lavrov ku di çarçoveya beşdarî civîna 3 alî ya 6emîn a Hevkariya Diyaloga Sektorî ya Tirkiye-ASEAN a Wezîrên Derve ya 57emîn bibin çûn paytexta Laosê Viyenetiyanê.
Herdû weziran li Viyenetiyanê ji bo gotûbêjkirina mijarên wek; Şerê Xezzeyê, şerê Rûsya Ûkraynayê û rewşa Sûriyeyê gotûbêj bikin civiyan.
Hate ragihandin ku wezîran her wiha pêwendiyên du alî, pêwendiyên aborî û mijara enerjiyê gotûbêj kirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin