Lavrov: Em pistevaniya pêwendiyên Enqere û Samê dikin

24 September 2023 20:30 0 dîtin
Lavrov: Em pistevaniya pêwendiyên Enqere û Samê dikin

PeyamaKurd- Wezîrê Karên Derve yê Rusyayê Sergey Lavrov, li ser vegerandina pêwendiyên Suriye û Tirkiyeyê ku dîplomasiyê dimeşîne, got ku Moskow piştevaniya pêwendiyên Şam û Enqereyê dike.

Sergey Lavrov, di 78emîn Civîna Neteweyên Yekbûyî ya ku li New Yorka Amerîkayê hat lidarxistin de axivî û bal kişand ser asayîbûna pêwendiyên Tirkiye û Suriyeyê jî.

Wezîrê Rusyayê di axaftina xwe de da zanîn ku ew piştevanên destpêkirina pêwendiyan in û axaftina xwe wiha berdewam kir:

"Em vegera Suriyeyê ya ji bo malbata Ereban û pêvajoya asayîbûnê ya ku di navbera Şam û Enqereyê da dest pê kiriye, silav dikin û bi hevkarên xwe yên Îranê re hewil didin piştgiriyê bidin vê pêvajoyê."

Lavrov di axaftina xwe de bertek nîşanî welatên rojavayî da û got, "Amerîkî û Ewropî yên ku li cîhanê bi çavekî biçûk dinihêrin, gelek caran sozan didin, wacibên nivîskî û yên qanûnî jî di nav de digirin û paşê bi cih naynin. 

Wekî ku Putin got, Rojava împaratoriyeke rasteqîn a derewan e. Ew nîşana nû ya berfirehbûnê ye ku ew hewil dide ku qada bandora xwe li seranserê Nîvkada Rojhilatî, berfireh bike bi dirûşima hîlekar a parçebûna ewlehiya herêma Euro-Atlantîk û Hind-Pasîfîkê diyar bike."