FIFA 2018 - Kelecana nîvfînalê dest pê dike
PeyamaKurd - Di Kûpaya Cîhanê 2018 de kelecana nîvfînalê dest pê dike.
Di maça ewil a nîvefînalê ya organîzasyona li Rûsyayê da Fransa û Belçîka dê sibê werin hemberî hev.
Di encama milmilaneya li Yarîgeha Saint Petersburgê da dê tîma ewil a ku dê derkeve fînalê diyar bibe.
Di pêşbirka ku dê di saet 21.00an da dest bike da Andres Cunha yê ji Federasyona Fitbolê ya Uruguayê li fîqê bide.
Milmilane dê bi awayekî zindî were ser şaşeya TRT 1ê.
– Cezayê Meunier heye
Di tîma Belçîkayê da cezayê qarta zer a Thomas Meunier heye ku dê di milmilaneya nîvefînalê da cihê xwe negire.
Meunier di maça çaryekfînalê ku Belçîkayê Brezîlya 2-1 têk biribû da qarta zer dîtibû û ceza xwaribû.
Di maça din a nîvefînalê da jî Xirvatistan û Îngiltere dê bên hemberî hev.
– Bernameya nîvefînalê
Sibê:
21.00 Fransa-Belçîka (Yarîgeha Saint Petersburg)
11 Tîrmeh Çarşem:
21.00 Xirvatistan-Îngiltere (Yarîgeha Luzhniki)

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin