Di yariya ewil a FIFA 2018an de Rûsyayê bi serket
PeyamaKurd - Di yariya ewil a FIFA 2018an de ku di navbera Rûsya û Erebistana Siûdî de hat lîstin Rûsyayê bi encama 5-0 ji Erebistana Siûdî bir.
Îro Pênçemî 14ê Hezîranê Kûpaya Cîhanî ya a FIFA 2018an di navbera Rûsya û Erebistana Siûdî bi dema Hewlêrê li demjimêr 18.00an li Stadyûma Lujniki ya Moskowayê dest pê kir.
Yariya a Kûpaya Cîhanî ya 2018 jî di navbera Rûsya û Siûdiyê de bû û ev yarî li stadyuma Lojnîk li Moskow a paytexta Rûsyayê birêve çû.
Gola yekem a Rûsya di xuleka 12emîn de Gazinskiy tomar kir di xuleka 42yan de jî bi gola Cheryshev 2-0 kete pêş nîvê ewil ê yariyê bi vê encamê dawî bû.
Yarîzanê rûsî Dzyuba di xulekan 72yan gola 3yem a tîma xwe tomar kir û piştre Cheryshev di demên dirêjkirî yê yariyê de goleke tomar kir û li pey wî jî Golovin gola dawiyê ya Rûsyayê tomar kir.
Di vê yariyê de Rûsya bi encama 5-0 li hemberî Siûd serkeft.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin