Fîlmê kurdî ‘Barê Giran’ di bijarteya Cannesê de cî girt
PeyamaKurd - Fîlmê kurdî yê derhêner û dersdarê kurd Yilmaz Ozdil ‘Barê Giran’ di beşa ’Short Film Corner’ a Festîvala Fîlman a Cannes ya 2019an de cî girt.
Fîlmê 'Barê Giran’ li Mêrdînê hatiye kişandin. Di fîlmî de Adil Evdirehmanê dihokî, Saman Mistefayê xaxoyî û Nazmi Kirik û gelek leyîstikvanên dî cî digirin.
Kurtefîlma "Barê Giran" li Festîvala Cannesê di beşa "Short Film Corner"ê de ye
— Mamed Özdil (@mamedozdl) 8 Mayıs 2019
Kısa film "Barê Giran" Cannes Film Festivali'nin Short Film Corner bölümünde
Notre court métrage (Un Lourd Fardeau) participe au "Short Film Corner" du Festival de Cannes#yılmazözdil#Cannes2019 pic.twitter.com/eUQpZIjNfs
Barê Giran behsa Avdel û malbata wî dike. Avdel, bi kerê xwe yê îxtiyar barhilgiriyê dike û li xwişka xwe û biraziyê xwe dinere ku ji Sûriyê vegeriyane.
Derhêner Yilmaz Ozdil ji Colemêrge ye. Lîsansa xwe li Zankoya Enqerê di sala 2002yan de temam kiriye. Ozdil doktoraya xwe di warê sînemaya kurdî de li Zankoya Sorbonneyê qedandiye û niha li Zankoya Mêrdînê ya Artukluyê dersên sînemayê dide. Ozdil ji 2003yan heta 2014an gelek bergefîlm-fîlm kêşandine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin