Finlandiya: Dibe ku dorpêça çekan, ji ser Tirkiyeyê ranebe

01 June 2022 16:37 0 dîtin
Finlandiya: Dibe ku dorpêça çekan, ji ser Tirkiyeyê ranebe

PeyamaKurd-Ji Wezareta Berevaniya Finlandiyayê, li ser nîqaşên dorpêça çekan a Finlandiyayê ya li ser Tirkiyeyê, nirxandineke girîng hat kirin. Li gorî nirxandina Wezîrê Berevaniyê yê Finlandiyayê, dibe ku dorpêça çekan a li ser Tirkiyeyê neyê rakirin.

Wezîrê Bervaniya Finlandiyayê Antti Kaikkonen, di bernameyeke televîzyonê de agahiyên girîng ên di derbarê Tirkiyeyê de ragihandin. Li gorî nûçeya malpera Euractiv.comê, Kaikkonen di derbarê mijara ku dê dorpêça çekan a li ser Tirkiyeyê bê rakirin de daxuyaniyeke zelal nedaye û daye zanîn ku ew ê girêdayiyê biryara welatê xwe bin ku ji welatê wan, ji bo herêmên şer, çek nayên hinardekirin. Antti Kaikkonen daye zanîn ku ew bi awayekî şikdar, li nûçeyên ku dê dorpêça çekan a Finlandiyayê, ji ser Tirkiyeyê bê rakirin dinihêre.

Li gorî nûçeya hat belavkirin, Kaikkonen; bi bikaranîna vê hevokê re nîşan daye ku ew ê dorpêça çekan, ji ser Tirkiyeyê ranekin.

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan, Swêd û Finlandiyayê bi piştgiriya terorê tometbar dike û li ser dorpêçên li ser Tirkiyeyê, rexneyên xwe didomîne. Lewra Swêd û Finlandiyayê, di sala 2019an de piştî operasyonên Tirkiyeyê yên li dijî Rojavayê Kurdistanê, qedexeya firotina çekan danîbû ser Tirkiyeyê.