Fînlandiya: Em ê bi fermî serlêdana NATOyê bikin!

15 May 2022 15:24 0 dîtin
Fînlandiya: Em ê bi fermî serlêdana NATOyê bikin!

PeyamaKurd – Piştî êrîşa dagirkirina Ukraynayê ji aliyê Rûsya ve nîqaşên li ser beşdariya nav NATOyê ya welatên Fînlandiya û Swêd berdewam dikin.

Herdu welat jî di asta serkirdayetiyê de daxwaza endamtiyê ji NATOyê dikin û Rûsya jî li dijî wê yekê derdikeve.

Herî dawî Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, wek endama NATOyê helwesta Tirkiyê nîşan dabû û gotibû, ji ber piştevaniya terorê dikin dibe ku mafê vetoyê bikar bînin û ev jî bûbû mijara nîqaşan.

Hikûmeta Fînlandiyayê biryar daye ku bi fermî serlêdana endamtiya NATOyê bike.

Serokomarê Fînlandiya Sauli Niinistö eşkere kir, ew dê serlêdana fermî ji bo endamtiya NATOyê bikin.