Swêd û Fînlandiya bi fermî serlêdana endamtiya NATOyê dikin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku welatên Swêd û Fînlandiya ji bo endamtiya NATOyê lez dane û amadekariya pêşkeşkirina daxwaznameya fermî dikin.
Li gorî zanyariyan, wê Swêd û Fînlandiya daxwaznameyên serlêdana fermî di nava meha Gulana îsal de pêşkeşî NATOyê bikin.
Hat zanîn ku NATOyê daxwazên endamtiyê yên rêveberiyên Helsinki û Stockholmê bi erênî pêşwazî kirine û tê çaverêkirin Serokomarê Fînlandiya ligel rêveberiya Swêdê hevdem di dema serdana xwe ya Stocholmê de 16ê Gulanê daxwaznameya endamtiya NATOyê pêşkeş bike.
Rûsya li dijî berfirehbûna NATOyê û bi taybet jî naxwaze li welatên Baltikê hêzên NATOyê werin bicihkirin û vê wekî gefekê ji bo xwe dibîne.
Her du welatên Swêd û Fînlandiyayê piştî êrîşa Rûsya ya dagirkirina Ukraynayê ji bo endamtiya NATOyê ketin tevgerê û dixwazin bilez ew prose bidawî bibe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin