Fînlandiya ji bo endamtiya NATOyê serlêdana fermî dike

08 April 2022 20:42 0 dîtin
Fînlandiya ji bo endamtiya NATOyê serlêdana fermî dike

PeyamaKurd – Welatê Fînlandiya ku yek ji wan welatên Rûsya naxwaze bibe endamê NATOyê ye, amadekariya destpêkirina proseya fermî ya endamtiya NATOyê dike.

Rojnameya herî mezin a Fînlandiyayê Iltalehtiyê ragihandiye ku serlêdana fermî ya bo endamtiya NATOyê 14ê Nîsanê tê destpêkirin û destpêka meha Gulanê jî serlêdan tê kirin.

Serokwezîrê berê yê Fînlandiyayê Alexander Stubb, ji rojnameyê re daye xuyakirin ku ew jê piştrast e ku wê di nêzîk de Fînlandiya serlêdana endamtiya NATOyê bike û welatê Swêd jî wê di vê çarçoveyê de biryarekê bide.

Hêjayî gotinê ye, televizyona dewletê ya Fînlandiya YLEyê rapirsînek derbarê endamtiya NATOyê de belav kiriye ku tê de 112 parlamentarên Fînlandiyayê piştgiriyê didin endamtiya NATOyê û 71 kes jî piştgiriya wê nakin. Herwiha 17 parlamenter jî bêbiryar in.

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg, dabû xuyakirin ku heger Fînlandiya û Swêd bixwazin beşdarî hevpeymaniya NATO bibin, ew dê vê daxwaza wan bilez bersivînin.