Tirkiye | Endamtiya Fînlandiyayê ya NATOyê wê îro were gotûbêjkirin
PeyamaKurd – Pêşnûmeya Pejirandina Protokola Têkiliya Fînlandiya ya Peymana Atlantîka Bakur (NATO) wê îro li Lijneya Giştî ya Meclisa Tirkiyeyê bê nirxandin.
Alîkarê Serokê Koma AKPê Yilmaz Tunç diyar kir, pêşnûmeya qanûna navborî wê îro li Lijneya Giştî ya Meclîsê bê nîqaşkirin.
Pêşnûmeya qanûnê ya endamtiya Fînlandiya ya NATOyê di 23yê Adarê de li Lijneya Karên Derve ya TBMMê hate qebûlkirin. Divê endametî ji aliyê Lijneya Giştî ya TBMMê ve jî were pejirandin.
Çi qewimî?
Piştî dagirkirina Ûkraynayê ji aliyê Rûsyayê ve, Swêd û Fînlandiyayê dev ji siyaseta xwe ya bêalîbûnê ya demdirêj berda û daxwaza endamtiya NATOyê kirin. Serlêdan ji xeynî Macarîstan û Tirkiyeyê ji aliyê meclîsên hemû endamên NATOyê ve bi lez hat qebûlkirin.
Li aliyê din Tirkiyê gefa vetoyê xwar û daxwaza vegerandina hin welatiyên xwe bi taybet ji Swêdê û rakirina ambargoya çekan kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin