NATOyê, pistgiriya xwe ji bo endamtiya Tirkiyeyê ya YEyê ragihand!
PeyamaKurd- Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg ragihand ku ew piştgiriyê didin hewildana Tirkiyeyê ya ji bo endamtiya Yekîtiya Ewropayê.
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan, beriya lûtkeya li Vilniusê daxuyaniyek dabû çapemeniyê gotibû, "Hûn ji bo Yekîtiya Ewropayê rê li ber Tirkiyeyê vekin, em ê jî rê li ber Swêdê vekin."
Piştî daxuyaniya Erdogan, Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg jî daxuyaniyek da û got ku
"Ez piştgiriya endamtiya Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê (YE) dikim."
Stoltenberg, di dewama daxuyaniyê de bal kişand ser rewşa Swêdê jî û got ku
"Ji bo Swêd bikeve NATOyê, em gelek dixebitin. Di civîna bilind a li Vilniusê de dibe ku ji bo endamtiya Swêdê biryareke erênî bê dayîn."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin