Swêd: Endamtiya NATOyê, di destên rayedarên Tirkiyeyê de ye

27 November 2022 20:30 0 dîtin
Swêd: Endamtiya NATOyê, di destên rayedarên Tirkiyeyê de ye

PeyamaKurd- Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson, li ser nerazîbûnên alîgirên PKKê kul i dijî operasyona li Rojava derketibûn û dest bi xwepêşandanê kiribûn, daxuyaniyek da. Kristersson da zanîn ku ew di warê daxwazên Tirkiyeyê de li ser soza xwe ne.

Di şeva heman roja xwepêşandanên alîgirên PKKê yên li Swêdê derketin pêş, Serokwezîrê Swêdê bi rêya rojnameya Dagens Nyheterê, daxuyaniyek belav kir û bal kişand ser endamtiya wan a NATOyê û divêtiyên wê.

Kristersson li ser mijarê got,

"Bi rastî me wekî Finlandiya û Swêd, di derbarê ewlehiyê de sozên xwe dan Tirkiyeyê û em ê sozên xwe bi cih bînin. Em bi Tirkiyeyê re (li ser qanûnê) diaxivin. Niha ev rastî ye ku em ligel NATOyê bi hev re di têkoşîna li dijî terorê de cih bigirin.

Kristersson bal kişand ser dirêjkirina pêvajoya erêkirina Tirkiyeyê ya ji bo endamtiya Swêdê ya NATOyê û got,

"Niha mesele di destê Tirkiyeyê de ye û ez rêzê li raya Tirkiyeyê digirim. Peymana ku me wekî Swêd û Finlandiyayê bi Tirkiyeyê re destnîşan kir, nîşan dide ku em ewlehiya Tirkiyeyê gelek cidî dibînin."