Swêd: Tirkiye û Macaristan ji bo endamtiya me ya NATOyê ne dilxwaz in!
PeyamaKurd - Wezîrê Berevaniya Swêdê Pal Johnson, di roja duyem a civîna Wezîrên Berevaniyê ya NATOyê de ku li Brukselê tê lidarxistin, derbarê endamtiya welatê xwe ya NATOyê de daxuyanî dan.
Pal Johnson got ku ji xeynî Tirkiye û Macaristanê hemû endamê NATOyê hevnêrîn in ku Swêd bibe endam, lê Tirkiye û Macaristan ne ji bo endamtiya wan ne dilxwaz in.
Wezîrê Swêdî da zanîn ku ew ligel wezîrê nû yê berevaniya Tirkiyeyê civiyaye û got: “Tirkiye daxwazê ji me dike ku çalakiyên PKKê yên li Swêdê bên qedexekirin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin