Firotina petrola Îranê ji 40 milyar dolaran daketiye bin 20 milyar dolaran

08 January 2021 21:41 0 dîtin
Firotina petrola Îranê ji 40 milyar dolaran daketiye bin 20 milyar dolaran

PeyamaKurd - Serokê Banka Navendî ya Îranê Ebdulnasir Himetî ragihandiye ku Îranê ji sala 2020an heta destpêka îsal, bi bihayê nêzî 20 milyar dolaran petrol firotiye, lê beşeke kêm ji pereyê wê wergirtiye.

Serokê Banka Navendî ya Îranê Ebdulnasir Himetî li ser medya civakî, amarên hinardeya petrola Îranê belav kirin û diyar kir, Îranê beriya niha her sal bi bihayê zêdetirî 40 milyar dolaran petrol difirot û dahata wê jî vedigeriya nav welat, lê di nav herdu salên dawî de, Îranê bi bihayê 20 milyar dolaran petrol firotiye û beşeke gelek kêm ji pereyê wê vegeriyaye nav welat.

Himetî herwiha gotiye, di çend mehên borî de hinek derî li ber firotina petrola Îranê li bazarên cîhanê vebûne û dibe gav bi gav îstiqrar vegere bazarên Îranê û rêjeya enflasyonê kêm bibe.

Hêjayî gotinê ye, piştî ambargo û dorpêçên Amerîkayê yên ser Îranê ku ji sala 2018an ve hatine tundkirin, her diçe dahata Îranê ya petrolê kêm dibe û herwiha nikare pereyên xwe jî bi ser bankên cîhanî de bistîne.