FKKS: 21 Parlamenterên Swêdî pistgirî didin zimanê Kurdî
PeyamaKurd – Di çarçoveya Roja Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî de, Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê, daxuyaniyek belav kir û da zanîn, 21 Parlamenterên Swêdî piştgirî didin zimanê Kurdî, ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê fermî li Tirkiyê.
Daxuyaniya Federasyona Komeleyên Kurdistan li Swêd wiha ye:
Bi munasebeta Roja Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî, Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê, kampanyayek bo zimanê dayikê vekir. Di kampayaya xwe da, bal dikşînin ser astengiyên li ser zimanê Kurdî. Zimanê Kurdî, di nav malbatên Kurd de, li bazar û kolanan wekî berê nayê bikaranîn. Bi taybetî jî, di nav nifşên nû yên Kurdan da gelek kêm tê bikaranîn.
Ji bo parastin û misogerkirina hebûna zimanê Kurdî, divê zimanê Kurdî jî wek zimanekî fermî bê naskirin û Kurdî bibe zimanê perwerdeyê li Tirkiye û Kurdistanê. Ji bo ku zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê li Bakurê Kurdistanê, di van çend salên dawî, ji bo bi destxistina mafê perwerde û bikaranîna zimanê Kurdî çendîn platform hatine avakirin. Federasyona Komeleyên Kurdistan li Swêd, piştgiriya hemû xebat û hewildanên bo zimanê Kurdî tên kirin, dike.
Kampanya berfireh e. Wê li Kurdistanê, li Swêdê û li gelek welatên din yên Ewropayê her berdewam be. Em pir pê serbilind in ku kampanya ya me gîhaye nav Parlametoya Swêdê jî, ku zêdetirî 20 Parlamenterên Swêdî, piştgiriya xwe bo perwerdeya bi zimanê Kurdî nîşan dane. Ev kampanya dê berdewam bike û nesekine heya ku Kurdî li Tirkiyê wekî zimanekî fermî û zimanê perwerdehiyê were pejirandin.
Em spasiyên xwe yên germ ji hemû Parlamenterên ku bi avêtina îmzeyên xwe piştgiriya zimanê Kurdî kirine, pêşkeşdikin.
Kovan Amedî, Serokê FKKS
Endamên Parlamentoya Swêdê yên ku ev kampanya îmze kirine:
Alireza Akhondi (Center) - Gulan Avci (Lîberal) - Mats Berglund (MP-Partiya Jîngeh) - Gudrun Brunegård (KD- DemokratênXiristiyan) - Joar Forsell (Lîberal) - Roza Guclu Hedin (S- Sosyaldemokrat) - Johanna Haraldsson (S- Sosyaldemokrat) - Niklas Karlsson (S Sosyaldemokrat -) – Serkan Köse (S- Sosyaldemokrat) - Fredrik Malm (Lîberal) - Laila Naraghi (S-) Sosyaldemokrat - Leif Nysmeds (S- Sosyaldemokrat ) - Ola Möller (S- Sosyaldemokrat) – Lawen Redar (S- Sosyaldemokrat) - Maria Strömkvist (S- Sosyaldemokrat) - Gunilla Svantorp (S- Sosyaldemokrat) - Mattias Vepsä (S Sosyaldemokrat) - Anna Wallentheim (S- Sosyaldemokrat) - Hanna Westerén (S-Sosyaldemokrat) - Carina Ödebrink (S-Sosyaldemokrat) - Anders Österberg (S- Sosyaldemokrat)

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin