Forbes | Jina Kurd wekî yek ji jina herî bi bandor hat hilbijartin

26 May 2019 22:38
Forbes | Jina Kurd wekî yek ji jina herî bi bandor hat hilbijartin

PeyamaKurd - Jina Kurd Hanna Jaff (Hana Caf) wekî yek ji sed jinên bi bandor a welatê Meksîkayê hat destnîşankirin û wêneyê wê li ser berga kovara Forbes hat çapkirin.

Hana Caf ji bavekî Kurd û dayîkeke Meksîkî ye û li bajarê Sandîyago yê eyaleta Kalîfornîya yê Amerîka ji dayik bûye.

Hana wek yek ji sîyasetavanên xuya yên welatê Meksîka tê naskirin û xwediyê rêxistîta Jaff Foundation e ku karê xwendin û xêrxwaziyê dike.

Hanna Jaff li ser hesabê xwe yê twitterê kêfxweşiya xwe bo nîşandana yek ji jina herî bi bandor anî ziman û got, "Li welatê ku 132 milyon serjimarî wê heye, pê şanaz im ku wekî yek ji sed jinên bi bandor hatime destnîşankirin." 

! 132 milyon insanı olan bir ülkede, Meksika'daki en güçlü 100 kadından biri olarak gösterilmekten onur duyuyorum!

Herwiha Hana Caf di sala 2013an de mezintirîn Fîstîvala Kurdî li Meksîka li dar xist ku çar rojan dom kir û zêdetirî 80 hezar kesan beşdariya wê kirin.

Xanima Caf demên borî jî çend caran serdana Kurdistanê kiriye û berdewam li Kurdistanê serdana kampên penaberên Kurd dike.