Forbesê, dewlemendên cîhanê li gorî bajaran eskere kir

10 April 2023 16:00 0 dîtin
Forbesê, dewlemendên cîhanê li gorî bajaran eskere kir

PeyamaKurd- Kovara Forbesê ku navenda wê li Amerîkayê ye, lîsteya 10 bajarên herî mezin ên cîhanê bi hejmara milyarderên ku lê dijîn, eşkere kir. 

Forbesê,  Moskowa paytexta Rusyayê, li pêş: Mumbai, Hindistan û li pişt London, di rêza şeşemîn de destnîşan kir.

Hat diyarkirin ku 61 milyarder li Moskowê dijîn û li gorî sala 2022an 8 milyarder jî zêde bûne.

Kovarê diyar kir ku bi giştî serweta 61 milyarderan 307 milyar dolar e û li gorî par, 92 milyar dolar zêde bûye.

Li gorî Forbesê, niştecihê Moskowê yê herî dewlemend Vladimir Potanin ê Serokê Norilsk Nickel bû. Hat diyarkirin ku serweta Potanin 23,7 milyar dolar e.

Wekî din, Roman Trotsenko (3,2 milyar dolar), serokê kompaniya veberhênanê AEON, Anatoly Sedykh (1,8 milyar dolar), serokê Kompaniya Yekbûyî ya Metalurgical û karsaz Dmitry Pumpyansky (1,7 milyar dolar) di nav niştecîhên herî dewlemend ên Moskowê de ne.

Li gorî Forbesê, New York ku 101 milyarder lê dijîn, di nav bajarên ku herî zêde milyarder hene de di rêza yekem de ye. 

Li gorî hat ragihandin, sermiyana giştî ya van milyarderan gihîşt 616,8 milyar dolaran. Karsaz Michael Bloomberg, bi serweta 94,5 milyar dolaran, wekî niştecihê herî dewlemend ê New Yorkê hat binavkirin. 

San Francisco, bi 37 milyarderan di rêza dehemîn de cih girt û Hong Kong, Pekin, Şanghai, Shenzhen, Çîn, Singapûr û bajarê Delhi yê Hindistanê jî di vê lîsteyê de cih girtin.