Forbesê mirovên herî bihêz ên cîhanê neqandin

09 May 2018 21:03 0 dîtin
Forbesê mirovên herî bihêz ên cîhanê neqandin

PeyamaKurd - Kovara aboriyê ya Amerîkayê Forbesê lîsteya "mirovên herî bihêz ên cîhanê" eşkere kir.

Li gor lîsteya Forbesê "mirovên herî bihêz ên cîhanê ên 2018an" Serokê Dewleta Çînê Şî Cînpîng di rêza ewil de ye. Vladîmîr Putînê Serokê Dewleta Rûsyayê di rêza duyem, Donald Trumpê Serokê Amerîkayê jî di rêza sêyem da cih digre.

Rayedarên Forbesê lîsteyeke ji 75 kesan pêk tê eşkere kirin.

Li gor vê lîsteyê ev kes ji ber van taybetmendiyan xwe yên ku tesîrê li ser mirovan dikin, hêz û aboriya di destê xwe de bitesîr dikarin bikar bînin, hatin hilbijartin.

Heta 4 salên dawîn jî di rêza ewil de Putîn hebû, lê îsal Şî Cînpîng hat hilbijartin ku ev jî balkêş e.

10 navên ewil ên di lîsteyê de cih digrin ev in:

1- Serokê Dewleta Çînê Şî Cînpîng

2- Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn

3- Serokê Amerîkayê Donald Trump

4- Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel

5- Avakerê Amazonê Jeff Bezos

6- Serokê ruhanî yê Katolîkan Papa Francîscus

7- Avakerê Mîcrosoftê Bîll Gates

8- Welîahtê Mîrê Erebistana Siûdî Mihemed bîn Salman

9- Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modî 

10- Yek ji Avakerê Googleê Larry Page