Rêberê Koreya Bakur: Ew, moseka herî bihêz a cîhanê ye

27 November 2022 21:00 0 dîtin
Rêberê Koreya Bakur: Ew, moseka herî bihêz a cîhanê ye

PeyamaKurd- Rêberê Koreya Bakur Kim Jong-un, di beşdariya merasîma leşkerî ya ceribandina moşekên balîstîk ên navparzemînî (ICBM) de cih girt û li ser moşekê, peyameke girîng da.

Kim Jong-un di axaftina xwe ya merasîmê de bal kişand ser moşeka Hwasong-17 a ku di 18ê Mijdarê de haibût firandin û diyar kir ku ev moşek, çeka herî bihêz a stratejîk a cîhanê ye.

Kim da zanîn ku moşeka Hwasong-17 hêza Koreya Bakur a avakirina artêşeke bihêz nîşan dide û got, "Armanca me ya dawî ew e ku li cîhanê hêza herî bihêz a stratejîk hebe."

Di merasîmê de hat dîtin ku rêberê Koreya Bakur bi keça xwe ya ku cara pêşîn di ceribandina moşeka Hwasong-17 de li ber kamerayan e.

Dîtina Kim a bi keça xwe re di nav 10 rojan de cara duyemîn di çapemeniya navneteweyî de wekî "serokatiya li welêt dibe ku ji bav derbasî keçê bibe" hate şîrovekirin.

Koreya Bakur, di 18ê Mijdarê de moşekek balîstîk a navparzemînî (ICBM) firandibû û Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres bang li Koreya Bakur kiribû ku dest ji provokasyonên ne pêwîst berde û vegere ser dîplomasiya cidî û dewamdar.