Fransa lesker disîne Ûkraynayê
PeyamaKurd - Fermandarê Giştî yê Ûkraynayê Oleksander Sirski ragihand ku ji bo artêşa Ûkraynayê perwerde bikin wê Fransa leşkerên xwe bişîne Ûkraynayê.
Oleksander Sirski di daxuyaniya xwe ya li ser sepana tora civakî ya Telegramê parve kir de diyar kir ku Fransa ê di demeke nêz de dest bi şandina Ûkraynayê ya leşkeran bike û wê ew leşkerên Frensî tavilê dest bi perwerdehiya leşkerên artêşa Ûkraynayê bikin.
Serfermandarê artêşa Ûkraynayê Oleksander Sirski diyar kir ku piştî hevdîtina wî ya bi Wezîrê Parastinê yê Fransayê Sebastien Lecornu, belgeyên ku rê didin leşkerên perwerdekar ên Fransayê biçin Ûkraynayê û li navendên perwerdeyê dest bi karê xwe bikin hatine îmzekirin.
Serfermandar Sirsky di dawiya daxuyaniya xwe de got, "Ez înîsiyatîfa Fransayê ya ji bo perwerdekirina personelên leşkerî yên Ûkraynayê silav dikim."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin