Fransayê bang li Tirkiyê kir ku PKK û civaka Kurd ji hev cuda bike!
PeyamaKurd – Wezîra Derve ya Fransayê Catherine Colonna, piştî pêwendiya roja Pêncşemê ya ligel Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu, daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Colonna derbarê hevdîtinê de got ku Fransa jî PKKê wekî Yekîtiya Ewropayê wek rêxistineke terorî dibîne û bang li Tirkiyeyê kir ku di navbera PKK û civaka Kurd de cudahiyê bike û wan wekî hev nebîne.
Colonna, herwiha li ser xwepêşandanên piştî êrîşa Parîsê ya 3 Kurd hatibûn qetilkirin jî diyar kir ku welatê wê pabendî azadiya derbirinê û azadiya çapemeniyê ye.
Li aliyê din Çavuşoglu jî propagandaya PKKê ya piştî êrîşa Parîsê şermezar kiriye û daxwaz ji rêveberiya Fransa kiriye tedbîran bistînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin