Fransayê hêza xwe ya dawî ji welatekî Afrîkayê vekisand

15 December 2022 22:26 0 dîtin
Fransayê hêza xwe ya dawî ji welatekî Afrîkayê vekisand

PeyamaKurd - Artêşa Fransayê ragihand ku wan hêzên xwe ji welatekî Afrîkayê vekişandin.

Di daxuyaniya Sererkaniya Artêşa Fransayê de hatiye gotin ku wan yekîneya xwe a dawî ji Koma Afrîkaya Navîn vekişandiye.

Hatiye diyarkirin ku hêza dawî ya ji 130 leşkeran pêk dihat û wekî beşeke misyona Lojîstîk a Bangui li Komara Afrîkaya Navîn hatibû bicihkirin, îro Pêncşemê 15ê Kanûnê bi balafirekê ber bi Parîsê ve bi rê ketine.

Hat bibîrxistin ku kampa M'Poko ya leşkerî jî 13ê Kanûnê bi awayekî şefaf radestî hêzên Komara Afrîkaya Navîn hatiye kirin.